the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Dayê

Ezim te dixwazim Gelo çi digazim Wek bayê bi lezim Ji bo te dibezim dayê Dayê dayê dibêm wayê Bêrî dikim digrim tayê Sal çûn borîn dawî nayê Bese hew dikarim dayê Ax... de haê haê haê Ezim ez ji te dûr Ronîkêm têne hûr Ketim xeylên kûr Çi bikim rê dûr dayê (Dîsgotin) Ezim weke gêjim Serê xwe dimêjim Bo te stran dibêjim Hestiran dirêjim dayê

Bêjebêje © 2015-2024