the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

De Bêje

Ay de bê...lê dayê.. Rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje de bêje.. Buhare li welatê dûrî xerîb dîsa xeberekî reş ji min re hatiye Agir û pête xistiye nava cerg û dilane lê ax lê dayê.. Sal nodûçar sîhê gulanê,heyjde rêhevalên xweşmêr,şoreşgerên Kurdistanê Li deşta şewitîya Ezirganê, li çemê Sansarê ax de tu xerabî mal wêranê Leşkerê dijminên xwînxwarin weke gurê harin çember girtine li dora hevalane Yek jê di navda piçûkê çar xwîçk û du birane Hevalê Rêzan,çavbelekê min xortê cîwan mabû di nav lepên xwînxwaran Canê cîwan dabûn ber gulan û bombane Ax de bêje dayê... rebenê, porkurê, gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê Ay de bê... lê dayê.. Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê de bê... ax de bêje, de bêje Dema sal nod û du meha Adar ê, ez dihatim xerîbîyê min xatirê xwe dixwest Ji der û cîranan ji gundîyane ax lê dayê Min ji hevalê Rêzan çav û biryên reş û belek nestandîbû tu ramûsane Lê min çizanîbû ez nabînim ji vir û wa da xortê cîwan bi ronîkê çavane lê dayê Ez çibikim îro jî xebera reş limin bûye mêvane, Wek xinçerekî tûj e tal e li serê sînga min dane, agirekî nava dilê min dadane Dunya min reşbûye, jiyan li min bûye wêrane lê dayê Ax de bêje dayê.. Rebenê,porkurê,gulîbirê nemayê Ez çawa ji bîr bikim van kul û keserên giran Heyanî saxbim li dewrana vê dunyayê lê dayê

Bêjebêje © 2015-2024