the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Dîlber

Lêlê Dîlber….Tekman a şewitî bişewite ji dilê min û tera wa li nike… Segmanê gundê me Emer axa Mîrê Tatos ê Mîrê zirav bi sê tezane,bi gulik û bi qendike wa bi bendike bira devê min bixal û deqê sing û berê Dîlber a; Emer axa Mîrê zirav biketa,Emer axa Mîrekî zor û zurbe,bira sikhat û gilîyê min bike,lingê min li qeydêxe; Destê min li kelepçêxe,hisûyê min lelêxe,sedûyek darî li binê lingê minxe,sedûyek zêr fendeqî cezaê ji min bistîne; Sedûyek salî ceza îdama minbe,berê min bidin Sinop ê,Zongildax ê,adê behra,nava qandar û qatilê mehpûsxana Siwêrekê; Heval û hogirê mijmin pirsîne,ceza û cirma te çîye?Ezê bêjim mala we xirabîyo minê ramûsanekî ji xal û xetê gerdena; Le Dîlber a Emer axa Mîrê zirav keremkirîye,Emer axa Mîrekî zor û zirbe,şikhat û gilîyê min kirîye; Lingê min bi qeyde,destê min bi kelepçeye,histûyê min bi leleye,sedûyek dar li bin lingê mine,sedûyek zêr fendeqî ceza ji min standîye; Gidîno ji bona xatirê ramûsana Dîlber a min cezayê min tunene; Hela bala xwe bidinê cirma min hindike Dîlber,Dîlber…..Dîlber… Aaax limin…Ê hêê,hêê gidî,Ax dîl bilmezê hê hê li min Ê tew zalimê hê,hê………hê,hê Dîlber Ê Dîlber….Zoozanê fêzî mane zozanê mene….Bêê qewle,bê qerare hêe..şîn nabe şûna kêê..êf û henek û laqirdîyê min û tene haê Dîlbeeeer ê de haê Dîlbeeeer dimrim Esmer Lêlê Dîlberê subeye tu bala xwe bidê çîya li hev bandikirî digotî çîya… Le darê mezin xeberdanê devyane,şaxê piçûk xeberdanê gelîyane,Gulê digotî Rihanê,go xwengê kanê koçerê van zozana?Go dayîke tu nizanî payîza Welat ê me Serhedê; Haaatîye qirê berfê xwe avêtîye serê çilanû çîyan,li me hişkbûne gîhayê zozana,li me çikyanê avê çeman û kanîyan; Mûrad a welatê me biharê radibe payîza navêje kapê hur canîyan; Qîz ûûûû….bûkê van salû zemana berê merivra dikevin kêfû henekû zewqû laqirdîya; Di dawîyêda çav bi gede gudîyê van salû zemana dikevine qatek cilê qumaş li xwe dikin,xwe li ser xanîyan tîkdikin,şewqê xwe xwardikin,tizbîyê xwe li ba dikin; Gotinê canikû camêran radikin,gotinê tolazê van salû zemana dikin,tu bala xwe bidê vê subengê di daîyêda dest davêne quriş û tabîyan û bêbextîyan; Dîlber a min nazikû nazenîne tu dêyna xwe bidê koçerê welatê me vê subengê otlaxê wan xilasbûne xwengê îro ji êvarda dagerîyane van xanîyaaaan; Koocêrê welatê me tu dêyna xwe bidê Dîlbera min nazikû nazenîne; Gerdenî ziravê êlîne,, Sûretê sorû sosinî xal,xalîne,çavê reşin kildayîne,birûyên ziravê qeytanîne,Lêvên tenîkê kaxitîne,diranê hûrin mircanîne,zimanê tûdîne, zaravê şirîne,xeberdanê şekirîne bi heftêûdu terzan dibê,bi şêstûşeş awazan ji xwera diqebîneeeee…; Gidîno gelo vê subengê xanî germekê çetilî;tu suxula bike rewşê qîzan û bûkan qewlê van zerîyan Dîlber,Dîlber… Dîlber;Aaax limin ê hêê..hêê..hê gidî…;Ax dîl bilmezê ê hê…hê limin; Ê tew zaaalimêêê..hê,hê,hê Dîlber; Lê Dîlber….Zoozanê fêzî mane zozanê meine….Bêê qewle,bê qerare hêe..şîn nabe şûna kêê..êf û henek û laqirdîyê min û tene haê Dîlbeeeer ê de haê Dîlbeeeer dimrim Esmer

Bêjebêje © 2015-2024