the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Dilo Ez Bimrim

Dilo ez bimrim, dilo hewar li vê buharê Li vê buharê bira hewar li vê buharê Hêsir çavê min xweş dilop meş in weke baranê Weke baranê, weke baranê keko hewar weke baranê Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Milkê merdan e bira hewar milkê mêran e Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê Milkê merdan e bira hewar milkê şêran e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê bira hewar li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê bira hewar em bigrin lezê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê Bira azadî bira hewar bi merd û cezê Mirin pir xweş e bira hewar li Kurdistanê Li gulîstanê bira hewar li Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2024