the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Evîndarê Bîrîya Te Me

Evîndarê bîrîya teme loma Dihelim ez roj bi roj wek şima Kanê xuşe xuşa avên çema Tên bîra min rojên berê li ku ma Bûm hêlîna xeman tawa nema Dûr ketine ji min xewnê şevan Windabûye bînahîya çavan Bi ahenga qebe qebê kewan Weke ronahîya rojê,siban Li min vebe were bibe mêvan Navê şirîn navê teye erê Bi delalî dibêjim Dîlberê Şiklê te li ber çavê min li herderê Drûvê te li ber çavê min li her derê Wek ewrên spî ji dûrva hilkiş werê Min bigire li nav xeyalan bigerê

Bêjebêje © 2015-2024