the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Genc Xelîl

Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo?.ax Were lolo?were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo?.waê?. Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê?.wax Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê?xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê De lolo genc Xelîlo sube bû çemê paşo newala hope bişewite ji dilê min û tera newel li pale Dilê min ji bona pismamê min yane,yane,kale,kale Bihîstina min bihîstiye,pismamê min nexweşe nexweşekî jê dib ê hale Ezê rabim destê genc Xelîl lawê apê xwe bigrim leylîfkim yalî male Ji êvarê heyanî sibê jêra bibime naz balîfe,balgîbe,berpale Bira sere xwe bide ser cotê zendê mine zer badayî Sûretê xwe bide ser cotê zer memikê minê nîşanî bi xale Dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbstanê; Ezê cotê reş gulîyê xwe jêkim ji hespê pismamê xwera bikim doxhevsare Xizêma poze xwe bikime bizmale; Kimbera pişta xwe dîsa vê subengê mal xibo ji hespê pismamê xwera bikim nale Ezê kimbera pişta xwe ji hespê pismamê xwera bikim nale Dema tuê berê xwe didî welatê xerîb û xwerîbstanê,di nava heval û hogira Ay de bira kesekî mebêje genc Xelîl Kurmance,Kurmancekî bê pergalê nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê?.wax Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê?xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê De lolo genc Xelîlo subebû min sondxwarî ; Bi sonda qesemê dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û xerîbstanê Gelo vê subengê wezê didû tera tu car û tu zemanî ji xwera tu malê nakim Ezê pismamê xwe di hêşa konê Erebî ji xew rakim Kolozekî deveturkî bînim nava çavakim,qondirekî Helebî di lingakim Ebakî Besra bînim nava milakim Eger pîra dê kali bavê qayîl bûne jixwe qayîlbûne, gava ku qayîl nebûn koma bira û pismama teva bi qurbankim Xwe berdime welatê xerîb û xerîbaê, welatê di Türkîya ê, Hemuş û Heka ê,Musil û Bexda ê, Beyt a Şerîf Beytulla ê, Stembol a şewitî nîvê dunya...ê... Qasekê rûnêm li ber kanîka vê sera ê,cotê şalûl û bilbil,têlî tembûra peydakim Bînim ser sere pismamê xwera bi dardakim,bi surra subêra,bi azanya mellara Bi qêrînê dîkara, bi kile kilê meşkara, bi lûbe lûbê jinebîyara Bi dengê qîzan û bûkara, fîtînê nêçîrvanê serê çiyanra, hokînê şivanê ber keryara, norînê Devçîyê ber Devanra; Bi zereqî tavî serî subêra, bi dengê lawî Kurdanra, birqinê di şûranra Bi engê dengbêjan, bi defê dewrêşan, bilûr ê bilûrvanan, bi sazî sazbendan Bi dengê şalûl û bilbilan, têlî tembûran qasekê; Ji kedera dilê xweyê bi mereqê bi kederra, Gelo segmanê cindî dîsa ji dilê xwera ji xew rakim nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê?.wax Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê?xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê

Bêjebêje © 2015-2024