the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Heyran

Wîde heyran heyran de heyran heyran wey liminê Heyran min nego buhare xweş buhare wey liminê Minê dîbû bavê Feqî ji ser kanîyê hatîye xware li min rebenê Sala par vî çaxî dewran dewrana bavê Feqî bu Sala îsal destê wî xistin kelepçê, berê wî dane kela Mûş a şewtî Qatê jore wey liminê Eman eman eman eman eman wey fîraro Eman eman eman eman eman eman eman li min rebenê Min Evdalê min xêr nedî malîya mino Heyran min dî berfek barî li serê cîyayê Muş a şewtî bê kirîye hêke wey liminê Şewqê dayê bejn û bala bavê Feqî bê dibiriqe li min rebenê De xwezila îro mizgînîyekî xêrê ji mera bihataba Bigotana îro bavê Feqî ji kela Muş a şewtî hatîye berdan wey li minê Eman eman eman hewî yeman wey fîraro Eman eman eman eman eman eman eman li min rebenê Min Evdalê min xêr nedî malîya mino

Bêjebêje © 2015-2024