the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aydin

Mîrê Mîran

Hey mîro mîrê min hey mîro mîrê min hey mîro hey mîr Ax lo mîr çi fermane;fermane li ser srê me rakirin dîsa fermana mîrane De lolo birano dîsa xeberekî hate şevekî nîvê di şevane Ez ketim nava derya kulan û xeman,ronîkê minde kombûn ewrên reş û tarî girtî mije bi dûmane Dîsa li hev civîyane kome guran kivşeye şêwr girane Dixwazin qirkirina Kurdane bira fermana girane Fermane ax fermane,fermana mîrane mîrê min setacî hemî mîrane Ez çi bêjim nikarim bidim tu pesnan mîrêmin nav girane Sehildana şopû rêça heftêûpênc salane,derketî ji cih û meskenê pêxemberane De swar bu li ser pişta hespê dewrêşê Evdî dizgîn girtiye ji mêrane Evîn a mîrê min ne Xece nejî Zîn a Botane pir bedewe Rinda rindane warê êş û eleman hêlîna hemî evînane Şêx Seîdê kal,Seyîd Riza di navdane,wesyet û şîret a Qazî Mihemed ane Bi hezaran Xwîna şehîdane xemilîye bi refên gerîllane Evîn a mîrê min tenê Kurdistane mîrê min De lolo,lolo,lo,lo,lo Lo birano ez çi bikim dunya ketiye destên hemî rehwil û gur û çeqelane Hêvîya min jê nema Ewropane;ne dîn e,neîman e Namûs û hisyet firotine bi peran e! Li ser xwîna însanan bûn xwedîyê dewletan:yeko,yeko par girtin ji qetla Kurdan e Heyfa min nayê bi tu heyfan,heyfa min tê ku bi destên bêbextên di nava meda Kurdistan bû lîstikên dujminane Ji bavê berêde li me anîne qira şêran û mêran Bi panzeran hincirandin tifil ên ber pêsîrên dayîkane bira fermane...fermane,ferman a girane De lo lo birano hela binêrin li vî bêbextî û îxanet a dewlet a Yunan e! Ma ji bîrkirin bi salan namûs a wan mabû li bin lingên Osmanîyan ev çi şerma girane Li ser serê mîrê min çêkirin fend û plane,bi dest ên mîrê min girtin xistin qeyd û kelepçane Berê mîrê min dan nav komara çetane Mîrê min kete deste qatil û xwînxwarên van Tirkane bira fermane Fermane,fermane,ferman a mîran e Ax de mîr;mîro mîrê mîranî Serkêşê daw û doz a gelê Kurdanî ji bona mirovahîyê tu nû jîyanî Cesaret û bawerîya keç û xortanî Stranên hunermendan,qelema li dest dîrokvanî Şekirê li ser lêvên zarokanî,tirs û xofa dilê dujminanî Heyanî dunya xweş û avabe sonda giranî Serok û rêberê Kurdanî Navê şêrîn OCALAN î mîrê min

Bêjebêje © 2015-2024