a photo of Hozan Aydin

Hozan Aydin

Xwezî

By: Ciwan

Xerîbiyê 'emrê min xwar Sal ji min çûn mame neçar Birî tev bûne dîn û har Qurçimî dil bi hestên jar Xwezî dibêm xwezî yarê Bêhna te bihata min carê Dema roj diçe êvarê Bi şevê re daketa xwarê Xeyalên te wer dibêje Dûr dinêrim dest nagihêje Kel ji hundir xwe diavêje Ristê hesretan dirêje Ristê evînan dirêje Xwezî dibêm xwezî yarê Bêhna te bihata min carê Dema roj diçe êvarê Bi şevê re daketa xwarê

0

Bêjebêje © 2015-2025