the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aytaç

Birîndar im

Ka rojê berê ka welatê'm Sal çû zemanê êdî nayê Ka wan dost û hevalê min Xerîbî cane me daxkir Birîndar im birîndarim Birîna'm kûr kes nizane Birîndar im birîndarim Bi dilkul û bi dilxem im Dîsa şev tarî bû ser min Serê'm diêşe xewa'm nayê Kes halê kesî napirse Xerîbî cane me daxkir Birîndar im birîndarim Birîna'm kur kes nizane Birîndar im birîndarim Bi dilkul û bi dilxem im Bûma mîna kevokekî Bifiriyama li ser welat Bi eşqekî bi şewqekî Xiyal bikim kevn û 'ewil Birîndar im birîndarim Birîna'm kur kes nizane Birîndar im birîndarim Bi dilkul û bi dilxem im

Bêjebêje © 2015-2024