the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aytaç

Cana Delal

Lê hesretê cana delal Ez bûm aşiqê çav û biriyan Tu rih stînê rihê min î Zû bistîne, ez mirî me Çok vedaye ser singê min Destê xwe daye ser dilê min Ez şewitîm, ez heliyam Zû bistîne cana delal Yarebî çi derdek zor e Birîna’m hîna hûr e Bi dû birîna xwe ketime Yarê ji te dûr ketime Ne bawer e ji dilê min Qebra tarî bû warê min Jahr û zukûm bû para min Te ez kuştim lê yara min De zû were lê yara min Talan kir çû wê ’emrê min Dilê rastî çi qas xweş e Li dinyayê rûyê te reş e Gustil zor kirin tiliya min Kûr kûr kolan mezelê min Zû bistîne cana delal

Bêjebêje © 2015-2024