the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aytaç

Eslîxan

Eşa nava'm giran î, ferza tu pê nizanî Ew Hekîmê Loqmanî, ji derdê'm nedît dermanî Şêx û melê me Kurda, li ser serê'm civiyanî Go lawiko bêkeso, êşa te pir giran î Oy Eslîxan Eslîxan te derdekî min xist pir giran Hey zalima bê wîjdan ne bext heyî ne îman Rabibe ku bilezîne ancax tu min bibînî Wa Ezrail hat ser min ger rihe min bistînî Xweke xemla giran lê bila çavê'm bibîne Oy Eslîxan Eslîxan te derdekî min xist pir giran Hey zalima bê wîjdan ne bext heye ne îman Piştê ez mirim nehatî, we Fatihê nexwîne Ew giliyên xwe yê siharî li ser min nerijîne Te ez kuştim halê'm nema, nava'm kul û birîn e Oy Eslîxan Eslîxan te derdekî min xist pir giran Hey zalima bê wîjdan ne bext heye ne îman

Bêjebêje © 2015-2024