the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Aytaç

Nalîna Te Me

By: Ciwan

Ez xerîb im ez dilkul im ez bê hal im Ez aşiqê bêhna te me bêhna gula min Nikarim bikşînim êdî ey şêrîna min Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me Wey felekê belkî mala te xera be Te çima ji min sitandî dost û yara min Dinya bûye mîna zindan li ser serê min Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me Ev çend sal e çend zeman e wey la halê min Wan çavên te wî bejna te wa li ber çavê min Gul û gulîstana min î çav xezala min Sebr û tebat li min ne ma, nalîna te me

0

Bêjebêje © 2015-2025