
Hozan Aytaç
Wey Dinyayê
Dinya xweş e zalim pirr in
dost nemaye, xinzîr hene
Derdê însan zêde bûye
sebeba wî xayintî ye
Wey dinyayê wey dinyayê
çi dinyakê bêwefa ye
Emir çûye car din nayê
wey dinyayê wey dinyayê
kanî kalê me, bavê me
dinya kesî re namîne
Qedr û qiymetê bizanibin
Xweda yek e Quran heq e