the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Beşîr

Mirinê

Mirinê.. Mirinê çima ewqasî tal e Tu napirse ne li emre ne li sal e Berxê mine xorte nebûye kal e Mirinê.. Mirinê. Tu napirsi ne li mîr û malxwê mala ye Tu bizotek sore li ser dila ye Hatina te tim bê wexte qet ne xûya ye Mirinê.. Mirinê.. Mirada miradxwaza dike bi axa sar e Nîvçe dihêle hêvî û kar e Destê dildaran diqetîne ji destê yar e Mirinê. Mirinê.. Tu mirada barkirya bike bi baxê îrema Li nav gul û sosin lê kêleka çema Derin e jı dılé wan her éş û xema Mirinê.. Gotin û Muzîk: Mahmût Mûsikî

Bêjebêje © 2015-2024