the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Bişar

Bûk Anîn

Anîn anîn anîn xêliyan bûka me anîn Xwasiya te li mal kebanî mizgîniyê bidin bûk anîn Mizgîniyê bidine zavê xêliyan bûka me anîn Wey lorî lorî lorî çavên reş tev da morî zava ji te ra bigorî Destê bûkê hine kin bînin tiliya zavê kin Zêdeya hineyê kin li xêliyan belav kin Bihar borî payîz e xêliyan girtî sê rêze Bav qelenê te dixwaze me da çil berxê koze

Bêjebêje © 2015-2024