the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Dilgeş

Dilê Min

Dilê'm daxa sor li ser e Heya sibê roj tê dere Yarê ji xewê raba were Li min nîne sebr û sekan Li min nîne sebr û hedan Yarê ji xewê raba were Li min nîne sebr û hedan Li min nîne sebr û sekan Dîn bûm ketim çol û besta Ber horiya bazin desta Dua ji rebê xwe bixwesta Tasa avê wê bida desta Tasa avê wê bida desta Dua ji rebê xwe bixwesta Tasa avê yar bida desta Tasa avê wê bida desta Em ê vexwin vê şerbetê Em ê bikin vê suhbetê Ji min dûr neçe yek seetê Horî tu yî ji cinetê Horî tu yî ji cinetê Tu horiya dilê jehr î Ez ê ji te ra bêjim yarê Heyran dimam hezar carê Te dil kiriye ker bi kerî Te dil kiriye ker bi kerî

Bêjebêje © 2015-2024