a photo of Hozan Fatê

Hozan Fatê

Mirin Hate Ber Mala Me

Mirin hate ber mala me Mirin hate ber mala me Bila were jê natirsim Helebçe brîna teze Geliyê Zîlan, warê Dêrsim Hey hey... Roj li me bûn şevê tarî Karê me ew e çekdarî L’ welatê me jiyan nema Çarekî ji kî bipirsin Wey wey... Evîna li ser dilê min Yej ew e, yek jî gelê min Derdê xerîbiyê zor e Agir berbûye dilê min Hey hey... Çare û hêviyek digerim Derdê xwe ji kê re bêjim Wekî tavîngê baranê Rondikê çavan dirêjim Wekî teyrê baskşikestî Ranabe dest û milê min Wey wey... Xaka me sem û seyran e Warê rêwî û karwan e Çavê dinyayê l’ser me ye Herkes ji me re heyran e Hey hey... Çi kuştin e çi ferman e Bo çi brîn bê derman e Wekî em hatin dinyayê Jiyan bo jîna însan e Wey wey…

Bêjebêje © 2015-2024