Hozan Hogir
Axa Zêrîn
Kurdistana'm rengîn e
Axa zîv û zêrîn e
Dil û keserê'm axîn e
Hey hey hey.
Tîrojê rojê daye
Deşt û bax û bostanan
Karkerên me derketin
Ji nav gund û bajar
Hey hey hey.
Ez li çiyan digerim
Çek li rex dilê min
Kulîlkên azadiyê
Ên nav çiyan vedibin
Hey hey hey..
Ez li çiyan dimeşim
Çek û sîlah li milê min
Ji bo jiyanek nû
Em şer dikin ji dil û can
Hey hey hey.
(Dîsgotin)
Pispor im tim bawer im
Soza xwe baş dizanim
Her dem li çol û çiyan
Vê rê de em serkêş in
Hey hey hey.
(Dîsgotin)