the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Hogir

Heyran

Wî de heyran heyran... heywax li min Heyran minê nego buhar e, xweş buhar e way li minê Gelo min dî bavê feqî ser kaniyê, hatî xar e way li minê Min dî bavê feqî ser kaniyê, hatî xar e min rebenê Sala par heya vî çaxî dewran dewrana bavê feqî bû Sala îsalê destê wî xistin kelepçê, berê wî dane kela Mûş a şewtî Qatê jor e, way li minê ax ax Min evdalê min xêr nedî hey lo maliya mino oy.. Heyran berfekî barî li serê çiyayê mûşa şewtî, kirîye Hêke wey li minê Şewqê dayê bejn û bala bavê feqî dibiriqe wey li minê De xwezila mizgînîyekî xêrê ji mera bihata Bi gotîna îro bavê feqî ji kela muş a şewtî Hatiye berdan wey li minê Min evdalê min xêr nedî lo maliya mino Eman eman... way way li minê maliya mino ax ax Eman eman... way fîrarê bavê feqî lo

Bêjebêje © 2015-2024