the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Hogir

Pêt

Pêta agir di dilê min de Azadiya jîn û jiyan e Ji tîna Mazlum û bizot Ev bizot ji agirê şaran e Eman e, dem û dewran e Ev çi rewş e, ev çi şan e Qetlîam, îşkence û girtin Li ser serê me kurdan e Werin werin, pêtên agir Bila kula dilê min bişewite Werin werin, pêtên agir Bila jana dilê min bişewite Agir û şewat, li ser welat Bi hawar û gazin û qîr Ewrên tarî xurxur û gur Zarok zêç li ber serma û sero Qîza Mihemed, tu karker î Li zindanan ber xwe danî Li hember dijminê xwînxwar Serkeftin bi şeref û şanî (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024