the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Hogir

Quling

Quling hatin, ew qulingên berûyê Sî daye ser zinaran û geliyê Ez qaz bûma, li nav refên hevalan Bi per bûma, li nav qaz û qulingan Bigeriyam li ser kendal û zinaran Bigeriyam li deşt û wan baniyan Min bidîta ew çiya û zozanan Quling difirin li ezmanên bilind Çeng avêtiye ref bi ref û tên ser min Bayekî sar diket nava dilê min Kul û keder derkeve ji hestên min (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024