the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Amed

Amed tu yî cih û warê Meda yî Xeml û rewşa te bi cihan(Husnî) deng daye Hilgirtin ala te keç û xorta ye Hey hey hey hey ey Amed, can Amed Amed e bajarê egîdan î Amed e berxwedana Mazlûman î Amed e tu rûmeta me Kurdan î Hey hey hey hey ey Amedî can Amed Dorhêla te civiyane keçên çeleng Ji bo azadiya te didin şer û ceng Ji bo te xwe fida kirin egîd leheng Hey hey hey hey ey Amed, can Amed Dayikan bi navê te dergûş hejandin Bi hesreta te lorîk mejandin Amed te xem û kederan revandin Hey hey hey hey ey Amed, can Amed Gotin û Muzîk: Kawa

Bêjebêje © 2015-2024