the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Ava Evînê

Ji te re nabêjim av, avê zelaltir î Şêrînî şerbetî, hingiv şêrîntir î Bermaliya mala min (qinyatar vedir î) Ji te re nabêjim gul, tu gulê bêhntir î Şev dirêj bûn roj qet naçin Meh li min bûn weke sale Delala min çima nayê Hatina te xewn û xeyal e Eşq û evîndar im, delalê min dilketî Berbanga sibê de mina stêrkek vêketî Ez bûm koçerên rêyan, çavê min te neketî Êdî were rinda min canê min nar pêketî Êdî were rinda min malê min nar pêketî Şev dirêj bûn roj qet naçin meh li min bûn weke salek Delala min çima nayê Hatina te xewn û xeyal e Tu wek Xec'a çelengî, li ser çiyayê Sîpan Şewq û şemala te, ax daye her deran Evîndarê te me, ez dikişînim xeman Bese were rinda min ez bûm jar û perîşan Şev dirêj bûn roj qet naçin meh li min bûn weke salek Delala min çima nayê Hatina te xewn û xeyal e

Bêjebêje © 2015-2024