the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Azadî

Rêwiyên azadiyê dimeşinEw ciwan û xortên keleş Karwanên azadiyê dimeşin Keçên delal, gulên rûgeş Wek lehiyan diherikin.. Mîna bahozû baranêher aliyê Kurdistanê Azadî, Aşitî, Biratî, Yekîtî, wekhevî Di tariyê de bûn ronahî Evînên di dil de veşartî Hesret dibarin ji wan çavan Kefen qetandin bûn hêvî Ew hesreta azadiyê, biratiyê, yekîtiyê, aştiyê wekheviyê Rakirin xewin û xeyalan Şîn kirin hêviyên dilan Dîrok ji nuh ve zindî bû Ew bûn xelata nîştiman Fedayên agir û rojê Şagirtên Mazlum Egîdanbûne dengê azadiyê, biratiyê

Bêjebêje © 2015-2024