the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Bê Te

Kûrahiya çavên te de Min dît evînê Çavên zelal çi zelal in Ez xwe dibînim Şevê’m bê te Xewnê’m bê te Ez bê te nabim Rojê’m bê te Mehê’m bê te Sal bê te nabin Kûrahiya çavên te de Ez û tu hene Ger em bimrin Ger em sax bin Em bi hev re ne Şevê’m bê te Xewnê’m bê te Ez bê te nabim Rojê’m bê te Mehê’m bê te Sal bê te nabin Şevê’m bê te Xewnê’m bê te Ez bê te nabim Di nava xeyalên te de Ez heme Rojê min bê te Mehê min bê te Sal bê te nabin Delala min, çavxweşa min Ger tu tinebî ez jî tune me Salê’m bê te,can bê te nabe

Bêjebêje © 2015-2024