the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Berfîn

Çi delalin wan biskên te Pir xweşin kilê çavên te Şemala xewnê şevê min Çi xweş e bejn û bala te Her dem tu li ber çavê min Tu yî rengê jiyana min Ez bê te nikarim bijîm Evîna min delalê min Berfîna min, Berfîna min Çiçeka li bihara min Ez nexweşê navê te me Berfîna min delala min Tehma jiyana min tu yî Hesretkê ji dîtina te me Dûr nekeve ji warê min Dûr ketina te pir xem e Delalê li ber dilê min Nikarim naziya xwe bikim Ez nexwaşê dilê te me Evîna min, delalê min Ji bo te tim histûxar im Bi gazî û bi hewar im Xewnê şevê’m bê te sar in Berfîna min, Berfîna min Evîna min, delalê min Berfîna min, Berfîna min Çiçeka li bihara min Ez nexweşê navê te me Berfîna min delala min

Bêjebêje © 2015-2024