the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Bilbil

Were bilbil were bilbil ji min re bêje çima tu melûl î Li ser darê mayî tenê tu bê heval î Ez nizanim kul û xemen te çi ne, çima tu dinalî Were bilbil ji min re bêje Erdal û Serdar, Piling û Berxwedan kane Were ba min ji te re bêjim derdê xwe Birîndar im, birîndar im birîndarê hevalê xwe Şev û roja bi hesreta wan dinalim Ji ber wî ye, ji ber wî ye ku ez xembar û bêhal im bilbil Were bilbil ji min re beje derdê Erdal û Serdar, kesera Piling û Berxwedan

Bêjebêje © 2015-2024