the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Dilnaz

Ji te hez dikim hezkirin bê te nabe Bawer bike esqa min ji te sar nabe Dikim nakim tu naçî ji bîra min Dîlnazê can te can daye canê min Dilnazê dil ketiya mine Kena wê dewata min e Evîna û xelata min e Dilnazê Ji te hezdikim Dilnaz tu nayê rayê Bê te sebra min nema li vê dunyayê Bi fitil û fena dixwazî ji min dûrkevî Li te digerim hêz li çokan nemaye Dilnazê hat war û malêm xemilîn Gulistana baxê min tev bû rengîn Li ber çavê min pir sirînî delalî Ji kaniya dilê min tu ava zelalî

Bêjebêje © 2015-2024