the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Ez Bê Te Me

Dema tu çûyî mihiba min bi te re Ew evîna melûlî can tê de dihêre Êdî ez ji vira çûm bêbextê tu were Êdî ez ji gund de çûm bêbextê tu were Ew soza te da min, min jê ne bawer e Lê delalê lê, çi kir te kir Di serê min de bela vekir Ez bûm koçerên çol û çiya Lê bêbextê te çi bi min kir Ez bûm koçerên serê çiya Lê bêbextê te çima wiha kir Tu qet ne bê xweyî, ez her tim bê te me Tu tim li ba xweyî, lê ez dûrê te me Kêf û sebra xweyî, ez dildarê te me Kêf û eşqa xweyî, ez dildarê te me Ew soza te da min, te digo ez yara te me Çavan te digerînim, lê ez te nabînim Te agir berda canê min, ez benda mirinê me Ne şev li min şevin, ne roj li min rojin Ez û bedewiya te, ceger li min disojin

Bêjebêje © 2015-2024