the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Gazîya Îsmaîl

Meke birê min meke meke çavê min meke Dijminê bav û kalê me pir û pir gelek in Destê xaînetiyê kin e neyarê me yek e Tu serê xwe ji xewa şîrîn rake lo lo Wî de menal menal Îsmaîl bira menal Kesekî xêrxwaz xêra tune li gaziya we be Ax bike qerîn û hewar û hewar Çilê zivistanê seat yekê şevê Heyra cotê şerê serî avêtin xewê Canê delal hîştin li hêviya bêbext xwediyê malê Ez nebînim bejna zirav dan ber guleyan sor kirin bi xwînê Avêtin ber sar û seqema zivistnê Kesekî xêrxwezê xêra tune cawebekî bide kuliya şewitî Bila werin canazê bavê Serkan helnin ji erdê de lo lo lo Wî de menal menal heval Îsmaîl menal Kesekî tune li gaziya wê bê Ax bike qerîn û hawar û hawa

Bêjebêje © 2015-2024