the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Hatin

Hatin hatin şervanê me, wa hatin Ciwanên roja azad, ew in şêrên welat in Bihêz in wek pêlê Dîcle û Firat Diherikin wa hatin, cangoriyên welat in Hatin hatin wa hatin hevalê me wa hatin YPJ û YPG ne, rûmeta gelê me ne YPJ û YPG ne, roniya çavê me ne Hatin hatin wek eyl û teyrê baz in Leheng in xweşçeleng in, bi dozê re dilsoz in Ji pola hatin av dan tev bihêz in Ji wan ên agir û rojê, ew xaka me diparêzin Hatin hatin wa hatin... (Dîsgotin) Hatin ronî didin roja reş-tarî Siwarên azadiyê, ji gelan re bûn hêvî Xweş û geş kirin agirê şoreşê Hatin heval wa hatin, ser ser û çavan hatin Hatin hatin wa hatin... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024