the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Hêviya Me

Rabû ji axa pîroz, serî bilind kir Nîşana azadiyê me ji xwe re dîye Xelatek ji rebê jor ji me re hatiye Baweriya me pê heye, me jê bi hêvî ye Hêvî hêvî Hêviya me bi te Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te Nûra welatê me, hêviya me bi te Hêviya me bi te Zîlan û sema civiyan dora te Nûra welatê me, hêviya me bi te Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan Herikî nav axê, reng dide gulan Tu peyva ser lêvan, kaniya dilan Herikî deşt û zozan, reng dide gulan Ji birînên me re tu yî heqîmê loqman Ev strana min ji bo te ey roja kurdan Hêvî hêvî Hêviya me bi te Hêvî û baweriya mezin werin ji çavên te Tu roj î, zîlan stêrk in civiyan li dora te Nûra welatê me, hêviya me bi te Hêviya me bi te Zîlan û sema civiyan dora te Nûra welatê me, hêviya me bi te

Bêjebêje © 2015-2024