the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Hey Hey

Heyv û rojî wek çirayî nayê vemirandin Gula li baxê Medyayî nayê çilmisandin Tu destana evîndara li paytextê dila Ronahî dide rojê bêhn dide gula Hey hey me bêriya te kiriye Hey hey tu sebr û tebate me Hey hey tu naçî ji bîra me Hey hey ey serokê gelê me Bû hekîmê derd û kula, ês û kedera Hesreta te dil dipêçe ey sahê dila Tu kilama azadiyê tim li ser zimana Stran û helbestî ji bo dengbêj hozana Ji cîhana evîndara te evîn çêkir Ey seradê asitiyê navê xwe lêkir Ewirê res û zilma tarî ji ser me te rakir Fikir û ramanekî azad ji nûve ava kir

Bêjebêje © 2015-2024