the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Heyranê

Ez û heyrana xwe çûne qirşika Ez û delala xwe çûne qirşika Li me derketin siwarê Badika Ha ji me dixwestin her du keçika Çûn ji me dixwestin her du keçika Heyran, heyranê lê, heyran heyranê Heyran, heyranê lê sed car qûrbanê Ez û heyrana xwe çûne guhniya Ez û delala xwe çûne guhniya Ha li me derketin, siwarê Dimiliya Ha ji me dixwestin her du zeriya Çûn jı me dixwestin her du zeriya Ez heyrana xwe çûne zozana Ez û dela çûne zozana Ha li me derketin siwarê Lunana Ha ji me dixwestin her du delala Çûn ji me dixwestin her du delala

Bêjebêje © 2015-2024