the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Hêz Bi Hêz

Balgiyê ber serê wan zinar û kevir, zinar û kevir Lihêfa ser wan berf û ewr, berf û ewr Doşaga binê wan tim erdê sar tim erdê sar Sar û serma li li wan beden dixwar Lehengê Kurdan li berxwedan Sîwarê azadiyê hêz bi hêz hêz bi hêz Li dûv hev dimeşîn rêz bi rêz rêz bi rêz Wan çav reşa bejn û bal, girêdane girêdan e Li dûv hev dimeşin bi salane bi salan e Ji bona parazvanên mafê xwe can fidan e Evîna welêt diparêzin can fidane Lihengên Kurdan li ber xwe dan Digerin deşt û nawal û rûbar û newal û rûbar Wan dilsozan xort û keçên kubar keçên kubar Lawên Rûstemê Zal medya û merwan Ji bona doza xwe canê xwe dan Lehengên Kurdan li berxwedan

Bêjebêje © 2015-2024