the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Hucra Tarî

Ketim hucra reş û tarî Min dît li min valaye Heyfa çavên reş û belek Lê çi bi halê wefaye Piştî çavên reş û belek Çibikim ji malê dunyayê Çaxa min xwe dît li vê dinê Her tim li min belaye Xweda ma qey kesek tune Ji xêynî min li vê dunyayê Çi dinyakî derewîne Çima dawî lênayê Dikim qêrîn, dikim gazî Kes li hawara min nayê Ewê ketî kes lê tune Tu kesî dest nedayê Tenê mame li vê dinê Min ne dost û biraye

Bêjebêje © 2015-2024