the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Husna

Di yaylêda Di yaylêda Sivan pez beda çolê da destê xwe bi destê min de Yelekçeyê li yaylêda Hawar hawar Husna nayê Husna canê li kû maye? Li ser kaniyê li benda mine Husna bête sebra min nayê Baran barî girt çiyan da Dar hêsînbûn ji gulan da Felek mala te xirabe Baxsiz ketim je junan da Ar disewite di waran da Sivan pez berda yaylan da Felek mala te xirabe Bêkes mame li dîyan da

Bêjebêje © 2015-2024