the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Jinên Azad

Sê jinên azad sê stêrkên li asîman Bûn kevok firyane dûr firyan Bûn hêvî ji bûna jîn û jiyan Ji rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan Hevalên rojê roja azadî û nûjiyan Hevalên rojê heval sara leyla fîdan De megirî dilê me melûr de megirî Dinalî weke ney û bilûrê Helandî hinavên min hate xwarê Bûm rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan Hevalên rojê roja azadî û nûjiyan Hevalên rojê heval sara leyla fîdan Vîna we kewand birîna dilan Xemila we navkarwanê şehîdan Nûjînin hûn lûrîkên daykan Bûm rengê gulan ji baxçê zîlan bêrîtan bêrîtan Hevalên rojê roja azadî nûjiyan Hevalên rojê heval sara leyla fîdan

Bêjebêje © 2015-2024