the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Lawiko

Lawiko kele kela germa vê havînê De lawikê min nexwese nexwesê li nav nivînê Eza rebenê dikim cîkê lawikê daynim Li eywanê sanesînê Cotê resguliyê xwe ji lawikê xwe re Têxim baw û bawesînê heyanî sibê Li ber serê lawikê xwe rûnêm Ezê bêjim gelî mêr û zilama Hûnê ji kêleka lawikê min rabin We çima win nizanin lawikê min Lawikê min nexwese, bedhale tirsim ezê lawikê Xwe nebînim ezê bimirim bi vê kulê, bi vê kederê, vê birînê Way way bi vê birînê de were Ax de were de were de were keser û meraqa mi lawiko Ezê ketime toz û xubara germa vê bêderê Lawikê min nexwese, bedhale, ez nizanim birîna wî li kêderê? Ezê cîkê lawikê xwe daynim li eywanê li ber pencerê Lawiko derba te li min daye bîna tîra vê xencerê Ezê bêjim gelî mêr û zelama hûnê ji kêleka lawikê min rabin, lawikê min nexwese, pir bedhale Ezê cotê memikê xwe bidim desta, bila lawikê min pêsabe, bîna wî pêderê, tirsim lawikê min bimire, ez nebînim, ezê bimirim bi wî kulê, bi wî êsê bi wî keserê de were.. Gotin û Muzîk: Gelêrî Serokanî: Dengbêj Maruf

Bêjebêje © 2015-2024