the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Mordem

Li ser rûpela jiyanê We kilamek nivisî Vîna şehîd xwe berda dil Cerg û hinav dilerizî Tîna şehîd xwe berda dil Cerg û hinav dilerizi Ji nav pirtûka rûmetê Çar helbest hate hûnandin li zeviya nemiran Çar gulên geş hatin çandin Di kaniya dilê me de Hûn wek ava zelal in Di dil da we helîn çêkir Evîna kûr bêhempa ye Nikarim bidem pesnê wê Ji ber ku hûn wek derya ne We jiyanekî nû peyda kir Mordem bi tevê sê bira Çar cigerên dayika leheng Bûn xelata azadiyê Çar egîdên bi nav û deng Bûn xelata azadiyê Gotin û Muzik: Kawa

Bêjebêje © 2015-2024