the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Nazê

Naza delal de tu berde naziyê xwe Were ji min re bêje çiye halê te Ma ji xeynê te bedew nemane Bedewiya te bûye bela serê te Lê zazikê lê nazê nazdarê Çima ji naziyê xwe nayê xwarê Naziya meke lê nazê nazdarê Nazê ji destê ax û eman Kanê soza te dabû min sala par Sal û dem li min diherikî weke av Ji ciwaniya min te emrê min xwar Te ez kustim nazê bi awirê çavan Tenê histim herdemê her caran Min got were tu nehat ez heyran Êdî ji min neke gazin û loman

Bêjebêje © 2015-2024