the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Sebra Me Nema

Dîroka lal were ziman Çima tu ker û lal mayî Bi kuştin talan û mirin Çima kor û bêçav mayî Êdî sebra me nema Bi sebra me nelîzin Êdî bes e zilma we Ji welatê me vekişin Ji welatê me bikişin Li warê evîn û evîndaran Şikandin hêviyên dilan Jehr weşandin ser baxên me Av nedan çiçek û gulan Jehr rijandin ser axa me Çilmisandin gul nergîzan Hûn têr nebin ji zilm û zorê Wê rojek dema we here Hûn bûne çavsorê xwînê Dem û dewran wê vegere Êdî bes e hovitiya we Dem û dewran wê vegere Gotin û Muzîk: Kawa

Bêjebêje © 2015-2024