the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

Welatê Me

Va bihar te ser ware me Kefxweşî, şahî û mizgîn Azad dibe welate me Ew Kurdistana rengin Tu pir xweşî wek dayîkan Me bilorîne welat Xewne hemû şevan tuyî Denge dile me welat Şox û şeng e, bi nav û deng e Xemrevîn e xemla te Ba û baran tev derman in Weke aven kaniyen te Çem û kanî, gul, sosin, rihan Bedew e dest û zozan Şewq û şemal xweşik delal Welate min Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024