the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Kawa

YPG

Keç û xortan dest didan hev ji bo niştiman Dengê şoreşê bilind bû li hemû cîhan Azadî waye nêzik bû bi govend û dîlan Roj welat bû gula rengan bijî Kurdistan Ez kurd im, kurd im serbilid im, medya û med im Ew şervanên YPG ne lawên kurdan Ez kurd im, kurd im serbilid im, medya û med im Ew şervanên YPG ne keçên kurdan Lawên kurdan ketin cengê û di berxwe dan Ji mer anîn mizgîna bihara kurdan Bûne şûrê Rustemê Zal, agirê Kawa Ew bûne tama jiyanê, ketin nav dilan Navê şîrin ey şoreşger hevalê me ne Hebûna we xweş şadî ye, roj me hilaye Heya hebin çerxa jînê li me bigere Em deyndarê we ne heval, dilê me bi we re

Bêjebêje © 2015-2024