the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Mistê

Çavên Te

Di çavên te da delalê du pêlên deryan Li ser rûyê min bê kesê avên bi gelîyan Were canê were yarê dilê min helya Bişkêne sînoran canê guh bide minra Di çavên te da delalê şînîya asîman Li ser rûyê min bêkesê hesir hat ziman Here yarê here yarê min bihêle vir Te bîr dikim li vî warî kevir dikim dil Di çavên te da delalê şewqa evînê Di nav dilê min bêkesê jana brînê Çibkim yarê çibkim yarê tu bêbext derket Te dihêlim diçim yarê min nema taqet Gotin û Mûzîk: Sîyabend

Bêjebêje © 2015-2024