the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Mistê

Cembelî

De lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Le Faris Bêgê diçû alîkî Derwêş Begê Derwêş Begê radibû pê Faris Begê digo Derwêş Begê dilê min dibê sed carî dilê min dibê Ez ê bidim te sed devê cot pez e sed kibêlê serê tevlê sed miyê dotinê sed ê firotinê Her çar lawê te bizewicînim ji êlê tu yê bidî min Binevşa Narînê stêrka berbanga sibê Rewşa xezala rewşa berîvana min tenê ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî Lê Derwêş Begê diçû alîkê Eynê Êynê radibû pê Derwêş Begê digo lê lê Êynê dilê min dibê sed carî  dilê min dibê Hatiye mala me mêvanek ji mêvanê ebrê ne mêvanê xêrê Mêvanê şerê dibê tê sed devê cot pezê sed kibelê serê tevlê sed mîhê dotinê sed ê firotinê Her çar lawê te bizewicînim ji êlê tu yê bidî min Binevşa Narînê stêrka berbanga sibê Rewşa xezala rewşa berîvana min tenê ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî Lê Êynê diçû alîkî Binevşê radibû pê dikete peşnê min anî başbazirganî Salê digo lê lê dayê ez kanî me kaniya Diyarbekirê çil û çar kanî derbûne li dorê Ez biçûk im hîna natime zewacê ez ê bême zawacê nastînîm zêdebî Cembelî lawê Hekerya li dunê Bila serê sibê hetanê êvarê cotê tajiya berdeberêzeyê cotê kewa berde Ji qefesê li ser sîng û berê min rebena Xwedê bike seyd û nêçîrê Ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî Gotin û Muzîk: Gelêrî Aranje: Ozan Emre Kaya

Bêjebêje © 2015-2024