the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Mistê

Êxbal

Êxbalê min li jor tê xwar e Çend şêr e çend xwe bawere Daxwaza dilê xwe nikare Difire bê bask û bê per e Êxbal çu Gever nîvî ma Şitla azadîyê sêwî ma Dayîka Eyşan bê hêvî ma Dilê wê hê ji te digere Negotin ciwan e kuştin Bi rondkên çavên min şuştin Dilê min bê hêvî hîştin Min jî gel xwe bibe here

Bêjebêje © 2015-2024