the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Hozan Mistê

Meymê

Lê lê Meymê korê kula Xwedê li mala bavê te ketê Dilêmin sêleke wa di hesinî Ay de bê Meymê korê agirekî girte xîmê berîyê Vê sibê pête xwe avête Çîyayê Şengalê serî heya binî siwaro Pête xwe avête serî heya wa di binî De bê Meymê korê heyfa min tê ji wê heyfê Gulekî risasan dakete li ber bejna Nemetê Sêlim De siwaro Dado kekê Meymê babê Hesen û Şabî gula siwaran kekê Qêsim Ay nemînim brînên vî axayî kolîn dikim nakim nîvê şevê pêda Serê vî xweşmêrî li ser tu cîh û balgehan nasekinî De rabe Nemo wa Nemeto axawo bê rumeto Xem bayê sibê topa Romê pêketo Bişarê Cazo Emerê Dadoli ber goşinê dara Roman Li Çîyayê Şengalê vê sibê li serê girtî bi heybeto nemînim Ay lê Meymê korê du siwar di tên û di dirbê da De bê Meymê korê tu durbîna mezin kekê xwera bîne Ezê bejn û bala van siwara mêzekim Siwaro pêşîkê birek fîşekê modîlîyan Lismekê zêr û zîvan li ber bejn û bala zirav tev girêda Ay lê Meymê korê heyfamin tê ji wê heyfê Gulekî risasan dakete li ber bejna Nemetê Sêlim De siwarê Dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî Gula siwaran kekê Qêsim Ay de vê êvarê mala bavê min kuştine xweş mêrê heyfêda (Dîsgotin) Ay lê Meymê korê du siwar di tên û di dirbêda dilerzînin De bê Meymê korê tu durbîna mezin ji kekê xwera bîne Ezê bejn û balan van siwaran mêzekim Siwarê pêşîkê mehîna wî boze rima wî şilfe cezma wî zere Taxima wî siwarî kehrebaye xiznîyekê tevda şîne Qehwecîyo ezê li bextê te ketime tu qehwekê bikelîne Qehwa ewilê bide Nemetê Sêlim Siwarê Dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî Gula siwaran kekê Qêsim Ay lê destê vî siwarî ji êl û erebanê giran qetîyaye Da rojekê dilê vî axayî ji me nemîne (Dîsgotin) Lê lê Mêymê korê kula Xwedê mala bavê ketê zivingê heya vê zivingê Bila Xwedê xerab bike mala xweyê şeşxanê Na wele bavo dîsa xweyê vê tifingê Gulekê risasan daketye li ber bejna Nemetê Sêlim Siwarê dado kekê Meymê bavê Hesen û Şabî Gula siwaran kekê Qêsim vê sibê dinya ber çavên Vî egîd û xweş mêrî buye tarî vê bêjingê (Dîsgotin) Çavkanî: Hecî Mistê Berhevkar: Mistê

Bêjebêje © 2015-2024