Hozan Mistê
Paşilê
Destan çume paşilê paşilê
Xirên kete morikan
Ez dê yarê ramusim
Guneh stuyê xortikan
Ez li milê mêrgêbum
Yar diçinît alalan
Yar li mile mêrgêye
Keçik diçinît alalan
Destan çume paşilê
Xirên kete guharan
Mi divê qîzkê ramusim
Guneh stuyê hevalan
Ketme mile mêrgêyo
Yar diçinît qirşikan
Ez dê yarê ramusim
Guneh stuyê xortikan
Gotin û Muzîk: Hecî Mistê
Aranje: Ozan Emre Koca